Li Parlamentoya Tirkiyê operasyonên leşkerî hatin protestokirin

Parlamenterên berê li dijî qedexekirin derketina derva ya li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan û xwestin ku şer were rawestandin.

K24 - Enqere

Parlamenterên berê li dijî qedexekirin derketina derva ya li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan û bo rawestandina şer û operasyonan bi qasî 5 saetan çalakiyek kirin.

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ev çend meh in berdewam in û rewş her diçe dijwartir dibe. Li gelek bajaran derketina derve qede ye û li nava taxan her tim şer û pevçûnên dijwar çêdibin. Herî dawî dewleta Tirk bi 10 hezaran leşker û tank û helîkopteran li Sûra Diyarbekirê û Cizîr û Silopiya Şirnaxê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Parlamenterên HDP û CHPê yên berê li dijî operasyonan nerazîbûna xwe nîşan dan. Parlamentera berê ya CHPê Melda Onur, di vê derbarê de got: "Her roj em dibin şahidê wê yekê ku bi destpêkirina operasyonan encamên giran ên civakî derdikevin holê. Li aliyekî mirin û koçberî û li aliyê din zextên li ser opozîsyona civakî û medyayê, welêt careke din ber bi heyameke tarî ve dibin."

Parlamenteran dan xuyakirin ku ji destpêka pevçûnan heta niha 173 welatiyên sivîl, 171 leşker û polîs û 180 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane, ji ber qedexekirina derketina derve milyon û 300 hezar welatiyan zerar dîtiye, bi 10 hezaran kes ji neçarî koçber bûne û herî zêde jî zarok bûne mexdûrên şer û pevçûnan û mafê wan yê xwendinê hatiye astengkirin.

Parlamenteran daxwaz kir ku parlamento berpirsiyariya xwe bi cih bike û bo dawî li vê heyama tarî were hewl bide. Her wiha bo vê yekê îmze berhev kirin. Parlamenterê berê yê HDPê Hasip Kaplan jî wiha axifî: "Em vê konseptê ji salên 90î ve dizanin. Gelo biryara vê yekê ji aliyê kê ve tê dayîn. Gelo hikûmet, MGK an Qesir biryarê dide. Parlamento çi dike? Em dibêjin parlamento cihê çareseriyê ye."

Di 6 mehên dawî de, li 6 bajar û 17 navçeyan derketina derve hatiye qedexekirin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan biryara qedexekirina derketina derve ne yaseyî ye û mafê jiyanê binpê dike.