Hikûmeta AKPê dixwaze sînorê nehêniyan berfireh bike

Bi vê projeyê erkên rêvebiran zêde dibe û eger kesek derbarê wan rêvebiran de agahiyên veşartî derxîne holê wê bi 4 salên girtîgehê werin cezakirin.

K24 – Enqere

Hikûmeta AKPê bi proje-yasayekê hewl dide ku sînorê nehêniyên Dewletê zêde  bike. Bi vê projeyê erkên rêvebiran zêde dibe û eger kesek derbarê wan rêvebiran de agahiyên veşartî derxîne holê wê bi 4 salên girtîgehê werin cezakirin.

Li gor wê proje-yasaya tê amede kirin, belge û dosyayên ji bo ewlehiya neteweyî, parastina neteweyî û tekîliyên derve yên dewletê cihê metirsî û zirarê be wê ji aliyê rêvebirên dewletê ve, bi rehetî, bên kom kirin.

Ji aliyê din ve bi vê proje-yasayê erkên rêvebiran zêde dibin û çarçoveya nehêniyên dewletê jî berfirehtir dibe. Di vê derbarê de Parêzer Hidir Ozcan got: "Bi vê yekê sînorê yasaya cezayan a Tirkiyê ku di 2005an de derket berfirehtir û tundtir bûye û eger zanînek an jî belgeyek wek nehêniya dewletê bê ragihandin, kesê ku wê aşkere  bike an jî ragihinê, sûcdar dibe."

Li gor proje-yasayê eger belgeyek an zanyariyek wek nehêniya dewletê bê ragihandin, heta 50 salan kes nikarê wê aşkere bike û tenê lijneyek dikare vê yaseyê biguhere ku ji 5 kesan pêk tê.

Li ser heman mijarê Civaknas Doç. Dr. Mustafa Orçan jî wiha dibêje: "Têgeha nehêniya dewletê li hemû dewletan heye. Lê belê dema ku dewlet yasayê çêdike, divê bi kêfa xwe tevnegere. Divê nehêniya dewletê ji bo ewlehiya welêt û welatiyan be."

Proje-yasaya nehêniya dewletê hê jî nebûye yasa, lê belê jî niha ve gelek pirs û nîqaş li ser wê derdikevin. Gelo nehêniya dewletê ji aliyê kê ve tê pênasekirin û çi dibe nehêniya dewletê. Niha raya giştî dixwaze vêna bizane.