Obama: Divê Esed biçe

Gotinên Serokê Amerîkayê Barack Obama di demekê de ne ku şevê din 17 welatên Rojava û Rojhilata Navîn, di nav wan de, Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Erbistana Siûdiyê û Îran li New Yorkê derbarê kirîza Sûriyê de civiyan, di encama civînê de jî biryara proseya aştiyê li wî welatî bi tevahiya dengan hat pesendkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barack Obama ragehand ku rewatiya Serokê rejîma Sûriyê li ba gelê wî nemaye, loma dive ji desthilatdariyê were dûrxistin, daku rijandina xwînê jî bisekine.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di civîneke çapemeniyê de Koşka Spî got: "Bi baweriya min divê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ji desthiladariyê dûr bikeve û aliyên siyasî yên peywendîdar pêngavan ber bi rêya çareseriyê ve bavêjin".

Obama da zanîn ku Esed "rewatiya" xwe wek Serokê Sûriyê li ba gel ji dest daye û bi çûna Esed dê rijandina xwînê li wî welatî were rawestandin.