Serkirdeyekî ENKS: Di bûyera Girkê Legê de madeyek kîmyayî bikar hatiye

Beşek ji xelkê bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ku beşdar bûn di zindîkirina Roja Alaya Kurdistanê de dibêjin ku, ew ava ku li dijî wan hatiye bikar anîn, madeyeka kîmawî tê de bû, ku bûye sedem derketina pirzikên reş li ser çermê wan.

K24 – Girkê Lekê

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Girkê Lekê Mişel Ebdo ji K24ê re ragihand ku “ji ber wê madeya kîmyayî, pirzikên reş li ser çermê wan derketiye, ji ber heman madeyê jî, ziyan gehiştiye çavê wan.”

Ebdo derbarê vê madeyê da zanîn ku “Madeyek rengê wê sor e û bi navê (Fom) tê naskirin tevlî wê avê dibe, ji bo mebesta vemirandina agir.”

Îro di daxuyaniyeke de Asayşa Kantona Cezîrê got, wan bi avê rê li ber çalakiya ne muhletkirî girt, û ragehand, nabe ti çalakî bê mulet werin encam dan, ew yek jî bi merma parastina jiyana welatiyan e.

Di dema saxkirina Roja Alaya Kurdistanê de, Asayişa Girkê Legê bi avê li ser beşdarbûyên merasîmê barandibûn.

Ew bûyer ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî hatibû şermezarkirin.