DAIŞ rê nade welatiyên Rûmadî ku ji bajêr derkevin

Berî niha firokeyên frtêşa Iraqê daxwaz ji welatiyên bajarê Rûmadî kiribûn, ku di huûndirê 72 saetan de, bajêr bicîh bihêlin. Li gor amarên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, hejmara çekdarên DAIŞê li bajarê Rûmadî nêzîka (250-300) kes e.

K24 - Bexda

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê Nesîr Nûrî ragihand ku çekdarên DAIŞê rê nadin welatiyên sivîl da ji bajarê Rûmadî derkevin.

Di daxuyaniyekê de Berdevê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê Nesîr Nûrî got: "Çendîn malbat ji bajarê Rûmadî ku wek navenda parêzgeha Enbarê tê naskirin, daxwazin ji destê DAIŞê rizgar bibin, lê çekdarên DAIŞê rê nadin wan, daku wan wek mertal bikarbîn e."

Nûrî hejmara wan malbatan eşkere nekir, lê tekez kir ku ew dixwazin wan ji bin destê DAIŞê rizgar bikin.

Berî niha firokeyênِ Artêşa Iraqê daxwaz ji welatiyên bajarê Rûmadî kiribûn, ku  di huûndirê 72 saetan de, bajêr bicîh bihêlin. Li gor amarên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, hejmara çekdarên DAIŞê li bajarê Rûmadî nêzîka (250-300) kes e.