34 bûk ji Rojava derbasî Başurê Kurdistanê bûn

tê çaverêkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê şahiyeke bikom ji wan bûkan re lidar bixe

K24-Pêşxabûr

Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li sûriyê(PDK-S)ê 34 bûkên devera aliyan li Rojavayê Kurdistanê,li ser du caran, bi rêye deriyê sînorî yê Pêşxabûrê re. derbasî Herêma Kurdistanê kirin.

Derbarê vê mijarî de Endamê Polîtpîroya "PDK-S" Mihmed Elî ji K24 re wiha got: "Daku em rêgiriyê li ber qaçaxçiyan bigrin,  ên ku pereyên zêde ji zaveyan dixwazin heta ku destigirtiyên wan bigehin Başurê Kurdistanê,  me alîkariya van bûkan kir, daku kêf û şahiya xwe li Herêma Kurdistanê bikin."  

Li gorî berpirsên "PDK-S" ê, ev destpêxşeriya nivîsîngeha wan di çarçoveya alîkariya xelkên Rojavayê kurdistanê de ye, herweha daku ev bûk bi sanahî û serbestî bighen hevjînên xwe.

Bûkeke ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Rebah Silêman ji K24 re wiha axivî: "Min dixwast şahiya bi amadebûna malbata xwe bikim, li gundê xwe, li Rojavayê Kurdistanê, lê derfet nebû, rewş aloz bû û destgiritiyê min jî ne amade bû.

Bûkeke din bi navê Xaliya Hacî kêfxweşiya xwe anî ziman: "Eger şahiyeke bikom bo me were  pêkanîn, emê gelekî kêfxweş bin, herwiha em hemû jî bi hev re herin emê kêfxweşbin."

Ji destpêka vê hefteyê ve 17 bûk ji koma 34 bûkan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, grûpa duyemîn jî ji 17e bûkan pêk tê.

Bûkeke din hejmara bûkan ji K24 re da zanên:"Em 34 bûk in, em dixwazin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, destgirtiyên me jî li aliyê din çaverê ne, ji ber leşkeriyê nikarin werin aliyê Rojavayê Kurdistanê.
34 bûkên Rojavayê Kurdistanê, erêkirina derbasbûna wan bi awayekî fermî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye, di hundirê hefteyekê de, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn,daku bigehin hevjînên xwe yên ku bi  hesanî formên destgirtiyên xwe wergirtibûn, herweha li gorî hindek zanyariyan tê çaverêkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê şahiyeke bikom ji wan bûkan re lidar bixe.