HDP piştgiriyê dide gel bo ragihandina xweseriyê

Alîkara Hevserokatiya HDPê Meral Daniş Beştaş ji Kurdistan 24ê re û got: "Divê tu kes li hemberî vîna gel nesekine û ji ber wê yekê jî ew wekî HDPê piştgiriyê didin biryara gel."

K24 – Enqere

Alîkara Hevserokatiya HDPê Meral Daniş Beştaş derbarê ragihandina xweseriyê de daxuyaniyeke girîng da Kurdistan 24ê û got: "Divê tu kes li hemberî vîna gel nesekine û ji ber wê yekê jî ew wekî HDPê piştgiriyê didin biryara gel."

Parlamenter û Alîkara Serokatiya HDPê Meral Daniş Beştaş wiha axifî: “Meclîsên gel xweseriyê ava dikin û bi biryara xwe îradeya xwe nîşan didin. Yanî ev xweserî em bi xwe wekî HDPê îlan nakin. Ji ber wê biryara me ne ew e ku ya li ser li kîderê xweserî çê bibe çê nebe, ji bilî wê em dibêjin Tirkiye hemî divê bi xweseriyê birêve biçe. Ji ber ku îro pirsgirêka herî mezin ew e ku; mafên gelan, mafên mirovan, mafên baweriyan, mafên çandan tune ye û hemû biryar ji navendekê tên wergirtin. Wekî me ji bona zagona bingehîn jî pêşniyar kiribû, em xweseriyê ji bo hemû Tirkiyê pêşniyar dikin. Lê belê vêga yên ku li ser niqaş têne kirin, xweseriya ku li deverê, ji aliyê meclîsên gel ve tê ragihandin ango gel bi xwe vê dixwaze vê diparêze. Li hemberî vîna gel divê kes nesekine. Ji ber ku niha gel bi zilm û zordariyeke mezin re rûbirû ye û bi rastî komkujiyên mezin li dijî gel pêk tên. Em jî li rex gelê xwe, li bal gelê xwe ne. Em piştgiriyê didin wan û em dibêjin bila vîna wan bê naskirin.”