Hêzeke Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Gundê Sermisax dikeve ser sînorê nabera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha 10 kîlometreyan dûrî bajarokê Dêrikê ye.

K24 - Dêrik

Hêzeke Tirkiyê, ku ji 200 leşkeran pêk dihat, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li gundê Sermisaxê ser bi bajarokê Dêrikê bicîh bû.

Welatiyên gundê Sermisaxê ragihandin ku duh, danê sibehê, hêzeke Tirkiyê bi qasî 150 metreyan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û li Girê Efrîtê bi cih bûne, bêyî ku kes ji aliyê Asayîşa Rojava, yan jî YPGê rê li ber bigire.

Welatiyên navçeyê tekez kirin ku piştî derbasbûna wê hêza Tirkiyê, Asayîşê hêzeke zêde ji Yekîneyên Parastina Cewherî (YPG) anîne wê deverê. Gundê Sermisax dikeve ser sînorê nabera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha 10 kîlometreyan dûrî bajarokê Dêrikê ye.