Nêçîrvan Barzanî û Erdogan di civînê de ne

Destpêkê ligel Davutoglu civiya bû

K24- Stenbol

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ligel Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di civînê de ye.

Peyamnêrê K24 li nêzîk koşka serokatiyê li Stenbolê diyar kir ku, beriya bîstekê Erdogan gehişte koşka serokatiyê ji bo pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî bike.

Barzanî îro nîvro bi mebesta gotûbêjkirina çend pirsên siyasî û aborî yên di rojevê de, gehiştiye Tirkiyê.

Destpêkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hevşanê xwe yê Tirkî, Ahmed Davutoglu civiya bû.

Di civînê de jî, alaya Kurdistanê li tenişt alaya Iraq û Tirkiyê hatibû danîn.