Efkan Ala derbarê HDP û DBPê de nerazîbûn nîşan da

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Efkan Ala, ragihand ku armanca kolandina xendekan rakirina demokrasiyê ye.

K24 - Diyarbekir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Efkan Ala duh li Diyarbekirê bertek dan Partiya Herêman a Demokratîk DBPê û got: “Ti sazi û dezgehên fermî nikarin derfetên ku terorîst jê sûdê verbigirin amade bikin.” Ala, ragihand ku armanca kolandina xendekan rakirina demokrasiyê ye.

Efkan Ala, serdana parêzgeriya Diyarbekirê kir û bi nûnerên saziyên sivîl re hinek hevdîtin kirin. Ala, di kongreya rojnamevanî de got, “Ji ber ku em demokrasiyê bicih bikin em ê lezê bidin reforman. Ji sala 2002an ve me gelek reform kirin û em ê hê jî bikin. Li dijî xwepêşanderan em ê bibiryar têbikoşin.”

Wezirê Navxwe Ala, nerazîbûna xwe derbarê helwêsta DBP û HDPê de pêşan da û wiha axifî: “Hûn nikarin piştgiriyê bidin wan, hûn nikarin xîz û amêrên berbestan bidin wan. Ev helwêst kolandina gora demokrasiyê ye. Welatiyan dengê xwe dan we, ma hûn ji wan çi dixwazin?”