Davutoglu: HDP şêwazekî dijber û bêrêz bikar tîne

Serokwezîrê Tirkiyê rexneyên tund li HDPê girtin û got ku ji ber ku HDP şêwazekî dijber û bêrêz bikar tîne ew bi wan re nacive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê rexneyên tund li HDPê girtin û got ku ji ber ku HDP şêwazekî dijber û bêrêz bikar tîne ew bi wan re nacive.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu berî serdana xwe Sirbîstanê pirsa rojnamevanan bersivand û derbarê hevdîtina bi HDPyê re got ji ber ku HDP şêwazekî dijber û bêrêz bikar tîne ew bi wan re nacive. Ger ku HDP zimanekî erênî û rast bikar bîne deriyên wan ji HDP û gûftûgoyan re her tim vekiriye.

Davutoglu got jî: “deriyê wan her ji gotûgoyan re vekiriye, heger ew rast û cidî bin, lê heger ne wisa bin, emê hesabê ji wan bixwazin.”

Derbarê kontrolkirina bendava Tişrînê ji aliyê Hêza Sûriyeya Demokratîk ve, Davutoglu ragehand ku, “Ewên Bendava Tişrînê rizgarkirine ne YPGê ye, ew hêzên Koalisyonê ne, Ereb in, em qebûl nakin ku YPGê derbasî aliyê din yê bendavê bibe.”