Li Diyarbekirê 9 leşker û polis birîndar bûn

Polîsan li Diyarbekirê bi ava şîdyayî û gaza rondikrêj mudaxaleyî meşa ku ji bo Roboskî û navçeyên ko qedexeya derketina kolanan lê hatine ragihandin kir. Li navçeya Sûrê jî pevçûn didomin, 9 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

K24 - Diyarbekir

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Xetîb Dîcle û Selma Irmak, Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan HDKê û Sebahat Tuncel, hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk DBPê Kamuran Yuksek û endamên saziyên sivîl û hejmarek xelk ji bo ko komkujiya Roboskiyê û qedexeya derketina derva ya li ser 4 naveyên Bakur protesto bikin li Parqa Koşuyolu'yê kom bûn û xwestin ko ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin. Lê polîsan ragihandin ku destûra meşê nehatiye standin û nehiştin ko ew bimeşin.

Li ser israra girseyê polîsan bi ava şîdyayî û bombeyên gaza rondikrêj meş qedexe kir. Hevserokên partî û saziyên sivîl jî ji gazê bandoreke neyînî dît in.

Piştî demjimêrekê alozî sekinîn. Lê li navçeya Sûrê 5 polîs 4 leşker birîndar bûn. Pevçûnên li Sûrê di roja 27'emîn de berdewam dikin.