Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Ebadî kir

tekezî li ser şekestina DAIŞê û jinavbirina terorîstan kirin

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî behsa rewşa dawî ya şerê li dijî DAIŞê kir.

Her di wê pêwendiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên xwe bi rizgarkirina bajarê Rumadî û serkeftinên Artêşa Iraqê di van rojên dawiyê de arasteyî Heyder Ebadî kirin.

Di dawî ya pêwendiya Telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa berdewamiya hevkarî û hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê de li dijî terorê kir, herwiha tekezî li ser şekestina DAIŞê û jinavbirina terorîstan kirin.