Danezana Kongreya KCDê bû rojeva Tirkiyê

Ligel ragihandina biryara xweseriyê nîqaşên tund dest pê kirin, HDP bi pêdagirî tekez dike ku çareseriya pirsa Kurd xweserî ye, hiqûqnas jî dibêjin lêpirsîna ku hatiye destpêkirin ne dadî ye.

K24 - Enqere

Ligel ragihandina biryara xweseriyê nîqaşên tund dest pê kirin, HDP bi pêdagirî tekez dike ku çareseriya pirsa Kurd xweserî ye, hiqûqnas jî dibêjin lêpirsîna ku hatiye destpêkirin ne dadî ye û lêpirsîneke siyasî ye.

Danezana Kongreya Civaka Demokratik ku ji 14 xalan pêk tê bû rojeva Tirkiyê. Parlamenterê HDPê yê Vanê Adem Geverî diyar kir ku danezan ji bo aştiyê gaveke gelekî giring e û herwiha danezan, çareseriyeke siyasî ye.

Geverî amaje bi vê yekê kir ku danezan vîna gelê Kurd ya hevpar nîşan dide û bi vê biryarê ve tê xwestin ku pirs di çarçoveya yasayî de bê nîqaş kirin û çareserkirin: “Armanca me ew e ku ji bo gelê Kurd statûyek bê minaqeşekirin û piştî vê minaqeşeyê jî li Parlametoya Tirkiyê destûrek were dariştin.”

Piştî ragihandina biryara KCDê serdozgeriya Enqerê derheqê Hevserokê HDPê Selahaddîn Demirtaş de lêpirsîn da destpêkirin. Ev yek ji aliyê hiqûqnasan ve hat rexnekirin.

Parêzer Hidir Ozcan dibêje ku berî her tiştî selahaddîn Demirtaş siyasetmedareke lêpirsîn ne dadî ye û lêpirsîneke siyasî ye: “Gotinên birêz Demirtaş di dewleteke demokratik de gelek asayî ne, divê nêrînên mirovan bi tu awayî neyên sînordar kirin: Lêwma ev tiştekî siyasî ye.”

Serkirdeyên siyasî dibêjin, encamên danezana Kongreya Civaka Demokratîk wê di demên pêş de derkevin holê û niqaşên li ser wê jî dê berdewam bikin. Herwiha raya giştî jî biryara KCDê bi baldarî dişopîne.