Amadekariyên cejna sersalê li Hesekê berdewam in

Endama saziyên civaka sivîl Elya Necarî ku ew aheng amade kirine, ji K24ê wiha axifî: "Me diyarî ser zarokan belav kirin, daku moralê wan bilind bibe û dilê wan xweş be, em wek kurd, ereb û xiristiyan bi hev re amadekariyan dikin û cejnê pîroz dikin."

K24 - Hesekê

Li bajarê Hesekê, amadekariyên cejna sersalê berdewam in,  welatiyên xiristyan jî di hundirê heftiyekê de serdana dêran dikin, ji ber ku ev cejna herî giring û sereke ye li ba wan.

Derbarê vê mijarê de zarokeke xirstyan bi nave Simêl ji K24ê re got: "Hêvîv dikim ku sala 2016an, sala xêr û xweşiyê be, li hemû welatên cîhanê , şer li Sûriyê bi dawî bibe, aştî û aramî vegere Sûriya me, cejina we jî pîroz be."

Ji aliyê xwe ve jî saziyên civaka sivîl çend aheng saz kirin, çûn serdana dibistanên ku penaberên deverê lê dimînin û diyarî dan zarokan.

Endama saziyên civaka sivîl Elya Necarî ku ew aheng amade kirine, ji K24ê wiha axifî: "Me diyarî ser zarokan belav kirin, daku moralê wan bilind bibe û dilê wan xweş be, em wek kurd, ereb û xiristiyan bi hev re amadekariyan dikin û cejnê pîroz dikin."

Lê mixabin ji ber teqînên ku şeva borî li bajarê Qamişlo çêbûn û di encam de herî kêm 30 kes mirin û birîndar bûn,  ev kêfxweşî negihand serî.