Li Rojhilatê Kurdistanê şikefteke 70 hezar salî hat dîtin

Pisporên warê şûnwarî yên Îranê ragihandin ku hinek kelûpelên şûnwarî li çiyayê Şaho yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dîtine ku tê pêşbînî kirin dîroka wan vegere serdama Çaxê Kevirîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporên warê şûnwarî yên Îranê ragihandin ku hinek kelûpelên şûnwarî li çiyayê Şaho yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dîtine ku tê pêşbînî kirin dîroka wan vegere serdama Çaxê Kevirîn û mirovên ku bi nêçîrê dijiyan.

Serokê Tîma Pisporên Şûnwarî Ferîdûn Bîglerî, da zanîn ku ew keresteyên di wê şikeftê de hatine dîtin dîroka wan vedigere mirovên destpêkê û Çaxê Kevirîn û serdema nêçîrê ku nêzîka 40 hezar sal berî niha ji aliyê mirovên destpêkê ve li Kurdistanê hatine bikaranîn.

Li gor Ferîdûn Bîglerî, ew kelûpelên ku hatine dîtin ji kelûpelên çêkiri ji kevir û hestiyên wan ajelên ku hatine nêçîrkirin pêk tên. Piştî li çiyayê Şaho şikeftek tê dîtin ku dîroka wê vedigere 70 hezar sal berî niha ew kelûpel têde tên dîtin û tê pêşbînî kirin ku mirovan ew şîkeft wek cihê mane bikaranîbin.

Bîglerî diyar kir ji xeynî çiyayê Şaho yê ser bi Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, berî niha kelûpel û cihên dîrokî li çiyayên Bêstûn û Şaneder jî hatine dîtin.