Mesrûr Barzanî: Nabe ev derfet ji dest biçe

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi pêwist dizane ku di rewşa niha de hemû alî yekhelwêst bin û ev derfeta ku hatiye pêş ji dest neçe.

K24 – Hewlêr

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi pêwist dizane ku di rewşa niha de hemû alî yekhelwêst bin û ev derfeta ku hatiye pêş ji dest neçe.

Peyama Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi helkefta hatina sala nû ya mîladî pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî kesûkarên şehîdên serbilind, birîndarên şerê dijî terorîstan û pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên Kurdistanê dikim.

Bîranîna sersala nû ya îsal di demekê de ye ku Hêzên Pêşmerge bi qehremanî berevaniyê li ax û xelkê Kurdistanê dikin û li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê serkeftinên mezin ên dîrokî tomar kirine. Ew serkeftin û dastanên han ne tenê bûne ciyê serfiraziya gelê Kurdistanê lê tewahiya azadîxwazên cîhanê jî ecîbmayî kirine û di nav hemû civîn û komcivînên navnetewî de behsa wan dastanan tê kirin.

Bi vê helkefta han careke din daxwazê ji civata cîhanî dikim ku divê bileztir berê xwe bidin daxwaz û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge, hevdem ew serkeftin û pêgeha niha ya Kurdistanê li ser asta cîhanê, ya ku li şûna tevahiya cîhanê şer dike, bi belaşî nehatiye bidestxistin û daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku bi rihê netewî û nîştimanperwerî û dûr ji nakokiyên partiyetî, li hember kêşe û arîşe û pêşhatan rawestin, bi taybetî di vê serdemê de ku tevahiya hîmayan behsa vê yekê dikin ku li gor pêdiviyên siyaseta nû ya cîhanî nexşeya deverê ji nûve tê amade kirin, lewra nabe ew derfeta han were jidest dan ku ne mimkune dubare bibe.

Her bi vê helkefta han dixwazim spasiya berxwedana gelê Kurdistanê bikim ku bi awayekî fedakarane milê xwe dane ber krîzan û divê îradeya me bihêz be û Kurdistan serkeftî dibe û ber bi pêşerojeke geş diçe.

Careke din sala nû li tevahiya aliyan pîroz be, hêvî dikim sala nû sala çareser kirinê û dawî anîn li krîzan û bidest xistina xweşî û kameranî bo Kurdistan û Kurdistaniyên hêja be.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31.12.2015