Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê çû DMMEyê

Li Cizîrê 17 roj in qedexeya derketina derveyê heye. Ji ber vê yekê parêzerên baroya Diyarbekirê û Elihê li ser navê malbateke Cizîrî serî li DMMEyê dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji parêzerên baroya Diyarbekir û Elihê Muhammed Neşet Girasun û Erkan Şenses ji ber qedexeya derketina derve ya li Cizîrê, li ser navê Omer Elçî ji bo ku ev qedexe rabin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Parêzer Girasun got; “DMMEyê wê îro lêbikole û di demeke nêzîk de biryara xwe bide.”

Li Cizîrê 17 roj in qedexeya derketina derveyê heye. Ji ber vê yekê parêzerên baroya Diyarbekirê û Elihê Muhammed Neşet Girasun û Erkan Şenses li ser navê malbateke Cizîrî serî li DMMEyê dan. Di serlêdanê de tê xwestin ku “êdî qedexeya nehûquqî rabe, opersayonên ewlehiyê rawestun û li gor rêbazên navneteweyî tedbîr bên wergirtin.”

Di daxwaznameyê de navê Omer Elçî hebû. Lê ji ber ku li Cizîrê qedexeya derketina derveyê heye, ji Omer Elçî belgeya rayeyê ya îmzeyî hat xwestin û tomara dengê Omer Elçî xistin dosyeya daxwaznameyê.

Omer Elçî di tomara deng de behsa rewşa Cizîrê dike û dibêje: "Walîtiya Şirnexê ji 14ê Berfanbarê ve qedexeya derketina derve ragehandiye. Heta niha li Cizîrê 18 sivîlan canê xwe ji dest dane. Ji van 4 jin in, 1 zarok e û 1 jî di zikê dayîka xwe de 7 mehî ye. He wiha di vê pêvajoyê de 3 jin, 6 zarok bi giştî 15 kes birîndar bûn. Taxa Nurê ku ez lê dijîm operasyon bênavber didomin. Em pir ditirsin dibe ku ji nişka ve mala me bibe armanca guleyên tank û topan."

Li gor malpera zamankurdî, Parêzer Neşet Girasun wiha axifî: “DMME serlêdana me îro dê lêbikole û dê biryara xwe di demeke nêzîk de bide. Di van 16 rojên dawî de bûyerên ku çêbûne em dê vîdeoyên van jî bighînin ber destê DMMEyê.”