Hesen Ebdulezîm: Kurd hevpeymanê me ne

Di vê dema dawî de tevgera aliyên Opozêsyona Sûriyê bi armanca pêkanîna şanda ku danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bike zêde bûye, biryar e roja Yekşembê li ser heman babetê li Riyadê bicivin.

K24 - Qamişlo

Serokê Hevahengiya Sûriyê Hesen Ebdulezîm ji Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Kurd hevpeyman û şirîkên wan e.

Di çarçoveya serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de Serokê Hevahengiya Sûriyê Hesen Ebdulezîm ji K24ê re got: "Em hatine hevpeymanên  xwe ji hemû pêkhateyên Cizîrê  bibînin, herwiha  Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daku em hevkarî û têkiliyên xwe bihêztir bikin."

Ebdulezîm da zanîn ku Kurd hevpeymanê wan e û diyar kir, ku ew bi alîkariya hemû aliyên siyasî dê şanda danûstandnan li gel rejîma Sûriyê pêk bînin.

Di vê dema dawî de tevgera aliyên Opozêsyona Sûriyê bi armanca pêkanîna şanda ku danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bike zêde bûye, biryar e roja Yekşembê li ser heman babetê li Riyadê bicivin.