DMMEyê ji Tirkiyê berevanî xwest
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ji Tirkiyeyê derbarê qedexeya derketina dervê de li Bakurê Kurdistanê, berevanî xwest.
Endamên Baroya Diyarbekirê parêzer Mihemed Gîrasûn û Erkan Şenses, 29ê Kanûnê bi armanca rakirina qedexeya derketina derve û dawîlêanîna operasyonên navçeya Cizîrê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan.
DMMEyê ev serdan qebûl kir û heta 8ê çileyê molet da Tirkiyê ku derbarê mijarê de bergirînameya xwe bide.
DMMEyê ji Tirkiyeyê daxwaza bersivên bingehên yasayî yên biryara qedexeya derketina derve û bicîhanîna pêdivîyên xelkê dike. Eger Tirkiye heta vê demê bersivê nede neçar e qedexeyê rake.
Ji aliyekî din ve li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên nav bajaran berdewam in. Di sala 2015dan de li 19 navçeyan 253 roj e qedexeya derketina kolanan û çûn ûhatinê hatiye ragihandin.
Li Farqîn, Lice, Hanî, Bismil, Egil û Sûrê ku Navçeyên Diyarbekirê ne, li Nisêbîn, Kerboran, Qoser û Dêrika Navçeyên Mêrdînê, Li Cizîr, Silopî û hinek deveren din ên Şirnexê û li Gever û Colemêrgê herwiha li gelek navçe û deverên din qedexe hatine ragihandin û operasyon û pevçûn jî didimin.
Bi sed hezaran kes ji warên xwe koçber bûn, bi mehan av, elektrîk, xetên telefonan û hemû xizmet û mafên mirovan li wan devaran hatine binpe kirin.