Peyama Barzanî di rojeva aliyên siyasî de ye

Endamê Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Firset Sofî, da zanîn ku jo destpêkirina gotûbêjê li benda biryara siyasî ne û got: "Peyama Serok Barzanî sê çareseriyan li xwe digire."

K24 – Hewlêr

Endamê Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Firset Sofî, da zanîn ku jo destpêkirina gotûbêjê li benda biryara siyasî ne û got: "Peyama Serok Barzanî sê çareseriyan li xwe digire."

Derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Endamê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Firset Sofî ji Kurdistan24ê re axîfî û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkan peyama Serok Barzanî gelekî erênî bû, ji ber sê bijarde li xwe digirtin."

Sofî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Ji bo gotûbêja ligel aliyên din em li benda biryara siyasî ne, ji ber destpêkirina gotûbêjan bi biryara serkirdeyên aliyên siyasî tê kirin, wek Fraksyona PDKê pêdiviya me bi destpêkirina gotûbêjê heye bi biryara Polîtburoya PDKê."

Derbarê peyama Barzanî de jî Firset Sofî wiha axifî: "Li ser peyama Serok Barzanî ez ligel çendîn parlamenterên fraksyonên cuda rûniştime yan jî bi telephone axifî me, peyam gelekî erênî tê dîtin. Em li ser wê yekê axifîn ka çi bê kirin bo destpêkirina gotûbêjan, ji ber heta evna neyê kirin em nikarin tiştekî bikin."

Li ser pêdagiriya Tevgera Goran ku dixwaze rewş vegere berî qonaxa hilweşandina rêkeftina siyasî ya di navbera PDK û Tevgera Goran de, Sofî got: "Niha em nikarin li ser tiştekî biaxifin bêyî gotûbêjan, lê belê nabe di gotûbêjan de xetên sor hebin."

Tevgera Goran li ser bingeha rêkeftina siyasî ku di 17ê Nîsana 2014an ligel PDKê îmze kiribû, beşdarî kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Lê 10ê Kewçêra 2015ê PDKê ew rêkeftina siyasî yek alî hilweşand û bi vêna jî 4 wezîr û serokê desteyeke Tevgera Goran ji kabîneya hikûmetê hatin dûrxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi helkefta sala nû 31ê meha 12 a 2015ê di peyamekê de gotibû: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim.”

Seroka Fraksyona YNKê li Parlementoya Kurdistanê, Bêgerd Talabanî jî ji K24ê re gotibû: “Hêvîdar im ku di destpêka sala nû de, hemû alî li ser maseya danûstandinan rûnin û bi hevre dest deynin ser kêmasiyan û hewla çareserkirina wan bidin.”

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Tevgera Islamî ya Kurdistanê, Ebdulla Wertê ragihandibû ku, peyama Barzanî pêngaveke baş e û pêwîst e li ser bingeha wê aliyên siyasî di nêzîktirîn dem de bicivin û çareseriyekê ji krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê re bibînin.