Putin: Amerîka metirsî ye li ser ewlekariya Rûsyayê

Di lîsteya Rûsyayê de, bo cara yekemîn navê Amerîkayê wek metirsî li ser ewlekariya wî welatî cîh digire. Lê gor wê stratejiyê, tê pêşbînî kirin ku Rûsya rastî gefên siyasî, aborî, leşkerî û ragihandinê bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Plana stratejîk a Rûsyayê  ya sala 2016an ji aliyê Serokê wî welatî ve Viladimir Putin ve hat imze kirin. Di plane de Amerîka  wek mitirsî li ser ewlekariya Rûsyayê tê destnîşan kirin.

Stratejiya bi navê "Di karûbarên stratejiya ewlekariya netewî ya Rûsyayê de" di şeva sersala nû de hat pesend kirin. Li gor wê stratejiyê Rûsya kariye rolekî mezin di çareserkirina pirsgirên navdewletî de bibîne û ev jî bûye sedema karvedanên cor bi cor ji aliyê welatên rojava ve.