HSDê gundekî Efrînê rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Keştiyarê yê Efrînê ji destê grûpên îslamî rizgar kirin.

K24 – Efrîn 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Keştiyarê yê Efrînê ji destê grûpên îslamî rizgar kirin.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê diyar kir ku, îro HSDê gundê Keştiyarê ya navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê ji destê Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şamê rizgar kir.

Peymnêrê me da zanîn ku, Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şamê ji gundê keştiyar ve navenda bajarê Efrînê û gundên navçeya Şêrewa (Cilbir û Bênê) didan ber topên Hawenan. 

Ji 25 Mijdara borî ve, şer û pevçûn di navbera HSDê û Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam de li gundên rojavayê Ezazê û navçeya Şêrewa ya Efrînê berdewam in.