Fransa navendekî rûkêtên DAIŞê dike armanc

Wezareta Berevaniyê yê Fransayê tekez kir ku ew opoerasyon dê hêza DAIŞê ya leşkerî lawaz bike, taybet li navçeyên ku şer lê berdewam im.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevanyê ya Fransayê ragehand, ku firokeyên wan navendekî çêkirina rûkêtan yên DAIŞê kirin arman û bombebaran kirin.

Derbarê mijarê de Wezareta Berevanyê ya Fransayê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatiye gotin: "Çar firokeyên wan bi hevahingiya Hevpeymaniya Navdewletî navendeke çêkirina rûkêtan ku berî niha ji aliyê DAIŞê ve hatibû kontirol kirin li Parêzgeha Helebê kirin arman."

Wezareta Berevaniyê yê Fransayê tekez kir ku ew opoerasyon dê hêza DAIŞê ya leşkerî lawaz bike, taybet li navçeyên ku şer lê berdewam in.

Piştî êrîşên DAIŞê li Parîsê, Fransayê opoerasyonên xwe li ser navend û baregehên rêxistina navborî zêde kirin.