Barîna berfê li Bakurê Kurdistanê berdewam e

Li Bakurê Kurdistanê hewaya sar bandora xwe zêde dike. Germahiya hewayê li Diyarbekirê di bin sifrê de 1, li Qersê di bin sifrê de 10 pile ye. Berf hê jî dibare

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê hewaya sar bandora xwe zêde dike. Germahiya hewayê li Diyarbekirê di bin sifrê de 1, li Qersê di bin sifrê de 10 pile ye. Berf hê jî dibare.  

Heta niha rêya derdora hezar û 500 gundan ji berfê hatiye girtin. Ji hêla din ve parêzgeriyên Şirnex, Bedlîs, Wan û Mêrdînê  navber dan perwerdehiyê. Li gorî ragihandina Rêveberiya Meteorolojiya Tirkiyeyê barîna berfê dê hê jî li Bakurê Kurdistanê berdewam bike.

Rewşa dawî ya li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ye: Erzirom -6, Qers -10, Meletî 0, Wan -3, Diyarbekir -1, Dîlok 2, Sêrt 0 û Riha 2 pile. Ji ber cemedê welatî bi zehmetî li ser peyarêran re dimeşin. Rayedarên meteorolojiyê dibêjin dê erd cemed bigire û bila welatî heta ku ne neçar bin dernekevin derve.