KCD hişyariyê dide Tirkiyê

Hevseroka DBP dibêje ku, Tirkiyê naxwaze pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike.

K24 - Diyarbekir

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Xetîb Dîcle ragihand ku eger li Tirkiyê şerê navxweyî derkevê dê NATO destêwerdana Tirkiyê bike.

Hevserokê KCD Xetîb Dîcle, îro li Diyarbekirê di avahiya KCD de ligel Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîna Ayna derbarê bûyerên li Bakur û rewşa dawî de kongreyeka çapemeniyê pêk anîn. 

Di kongreyê de Xetîb Dîcle got: “Li gorî xala 5'emîn a benda (b) heger di nava welatekî endamê NATO'yê de şerê navxweyî derbikeve , dê NATO destêwerdana wî welatî bike. 

Dîcle dibêje, ew rayedarên Tirkiyeyê hişyar dikin da ku pêşî li pevçûnan bigrin û naxwazin Tirkiye di rewşeke wiha de bimîne. 

Navborî diyar kir jî ku, dîroka Tirkiyeyê ya derbarê mafê mirovan de xirab e û her ku diçe xirabtir jî dibe. 

Ji aliyê xwe ve, Hevseroka DBP, Emîne Aynayê jî got: “Em êdî gazî dewletê nakin ji ber ku dewletê biryar daye pirsa Kurdî bi rêyên demokratîk çareser neke, em gazî raya giştî ya Tirkiyeyê dikin bila sedemên pirsgirêka Kurdî ji holê bêne rakirin.” 

Ayna’yê bertek dan gotegotên damezrandina Kayyiman bo şaredariyên ko di destê DBP de ne û got ew vê yekê qabûl nakin.