“Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e”

Ajansa Les Dessous ya Fransî raporek bi navnîşanê “Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn” amade kiriye û têde behsa damezrandina dewleta Kurdistanê tê kirin.

K24 – Hewlêr

Ajansa Nûçeyan a Les Dessous ya Fransî raporek bi navnîşanê “Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn” amade kiriye. Di raporê de wiha tê gotin: “Ger em bere xwe bidinê dibinin li Kurdistanê parlamento û hikûmeteke Kurdî heye, Kurd ne bi zimanê Erebê û ne jî Tirkî û Farisî diaxifin, lê zimanê wan bi xwe heye ku ew jî zimanê Kurdî ye.”

Li gor raporê, 18 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê, 7 milyon li Başûr, 8 milyon li Rojhilat û 2 milyon Kurd jî li Rojava dijîn. Rapor balê dikşîne ser wê yekê ku ji ber parçebûna welatê wan piraniya Kurdan koçberî welatên Rojava bûne û herî zêde jî li Elmanya bicîh bûne ku hejmara wan digihe 650 hezar Kurd, herwiha li welatên din ên Ewropa û Amerîkayê jî dijîn.

Piştî ku Kurdistan bi Rêkeftina Sykes-Picot a di navbera Fransa û Brîtanyê de hat parçekirin, di sala 1920an de Brîtanyayê wilayeta Mûsilê bi tevahî ji Kurdistanê cuda kir. Sala 1991ê li Bakurê Iraqê ku niha Herêma Kurdistanê ye Kur dli dijî serokê wê deme yê Iraqê Sedam Husên serî hildan.

Serhildana milyonek û 400 hezar kesî deng veda ji ber Kurd xwediyê îradeyeke bihêz bûn, loma George Bush ê bav ku wê demê Serokê Amerîkayê bû, xeta 36 ya dijî firînê li ser Iraqê ferz kir û beşek ji Kurdistanê ket bin kontrola Kurdan.

Sala 2003an dema rejîma Sedam hat rûxandin, Kurd beşdarî avakirina Iraqê bûn, lê Kurdan ligel vena parlamento û hikûmeta Kurdî jî ava kirin û li Kurdistanê bûn xwediyê hêza xwe, ku ew jî Hêza Pêşmerge ye. Ji aliye Kurdan ve Pêşmerge wek semboleke pîroz tên temaşekirin, ji ber Pêşmergeyan berevanî li axa Kurdistanê kirine û dikin.

Piştî rûxandina rejîma Sedam di sala 2003an de yekem hilbijartin hat kirin, Kurdan karîn dengen baş bidest bixin û bibin neteweya duyem li Iraqê. Celal Talabanî wek Serokkomarê Iraqê û Mesûd Barzanî jî wek Serokê Herêma Kurdistanê hatin hilbijartin.

Piştî vena Kurdistan bi awayekî balkêş pêş ket û Kurdan dest bi bihêzkirina pêgeha xwe kirin, bi awayekî ku Kurdên parçeyên din jî bere xwe dan Herêma Kurdistanê û çendîn welatan jî nûnerayetiyên xwe li Herêma Kurdistanê vekirin. Kurdistan bû modêleke demokratik li Rojhilata Navîn.

Iraqê dest bi milmilaneya Kurdistanê kir daku nehêle pêş bikeve. Loma Pêşmerge wek hêz li Iraqê qebûl nekir, piştî ku şerê DAIŞê dest pê kir, DAIŞê êrîşî Kurdistanê kir û ew navçeyên k udi jêr kontrola Iraqê de bûn ketin deste DAIŞê, lê Pêşmergeyan karîn wan navçeyan werbigirin û Alaya Kurdistanê li wan deran bilind bikin ber bi serkeftinên zêdetir, niha Kurdistan bibandortirîn hêz e ku rûbirûyê DAIŞê dibe.

Di beşekî din ê raportê de wiha tê gotin; Ji xeynî ku Kurdistan malbendeke girîng a çavkaniyên xwezayî ye li deverê, pêgeha Kurdistanê jî li wê deverê girîng e. Loma divê bê gotin ku yên Kurdistan parçe kirin, niha li çi difikirin ku di zanin li navçeyê baştirîn hevpeyman bo Rojava Kurd in hem di warê hêzê û hem jî pêgeha cografî û çavkaniyên xwezayî de, lewra em dikarin bibêjin ku Kurd di nexşeya dahatû ya Rojhilata Navîn de dewlet in.