Malbatên Kurd ji bo wergirtina cenazeyan serî li DMMê didin

Parêzerên malbata ku kurê wan li navçeya Sûra Diyarbekirê hatiye kuştin û cenazeyê wî nestandine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan.

K24 - Diyarbekir

Parêzerên malbata ku kurê wan li navçeya Sûra Diyarbekirê hatiye kuştin û cenazeyê wî nestandine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan.

Beriya 13 rojan di pevçûneke li navçeya Sûrê de gerîlayekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi navê Mesut Sevîktek canê xwe ji dest da. Lê malbata wî heta niha jî cenazeyî kurê xwe nestandine.

Parêzgeriya Diyarbekirê dibêje ji ber pevçûnan ew nikarin cenaze ji cihê bûyerê werbigirin. Malbatê jî beriya 2 rojan li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekirê (ÎHD) dest bi greva birçîbûnê kirin. Parêzerê malbatê Yunus Muratkan, di daxwaznameya ku daye DMMê de dixwaze qedexeya li navçeya Sûrê bê rakirin û cenazeyê Sevîktek radestî wan bê kirin.

Li gel cenazeyê Mesut Sevîktek cenazeyê xwepêşandarên bi navên Îsa Oran û Remezan Ogut jî hê radestî malbata wan nehatine kirin. Dê sibe ji bo herdu cenazeyên din jî serlêdan bo DMMê bê kirin. Qedexe û pevçûnên li navçeya Sûrê jî di roja 34emîn de berdewam in.