Li Diyarbekirê polîsan avêtin ser navenda DBPê

Polîsên Tirkiyê îro bi ser avahiya Partiya Herêman a Demokratîk DBPê de girtin û 2 kes binçavkirin. Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bertek da operasyonê û got; ti kes nikarin me bitirsînin, dê demokrasî qezenç bike.

K24 – Diyarbekir

Polîsan li ber derê BDPê gule berdan hewa û xwestin ko girseya ko bertekan didin wan belav bibin. Li gorî îdîayan, polîsan li ser îxbarekê di saetên nîvro de bi ser avahiya BDPê de girtin û li ser nasnameya kesên ko di hûndir de bûn lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de jineke bi navê Zeynep Altunak û Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Şakîr Karataş hatin binçavkirin. Sebebê girtina xwendekar Şakîr Karataş wek 'qaçaxê leşkeriyê' hat ragihandin lê Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bertek da wê sebebê û got; pirsgirêka leşkeriya kesekî xwendekar nîn e. Yuksek, ragihand ko partiya wan jî weke Meclisê fermî ye û bêyî qanûn û yasayan nikarin bi ser de bigrin. Yuksek got; "Dixwazin me çavtirsandî bikin,  lê em ji gefên ti kesan natirsin."