Li Kampa Qoştepe dayikek û zarokê xwe şewitîn

li kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê bi sedema pirsgirêka elektrîkê agir bi 6 konên penaberan ket. dayikek û zarokê xwe şewitîn.

K24 – Hewlêr

li kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê bi sedema pirsgirêka elektrîkê agir bi 6 konên penaberan ket. dayikek û zarokê xwe şewitîn.

Ji ber agirê ku Kampa Qoştepe, dayikek û zarokekî jiyanên xwe jidest dan.peyamnêrê K24ê li Kampa Qoştepe ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê ragehand ku, îşev ji ber kehrebê, agir bi çend konên penaberên Kampa Qoştepe ket.

Peyamnêrê me ragehand ku, di encama wî agirî de dayikek û zarokê xwe ve, ji ber şewatê jiyanên xwe jidest dan.

Herwiha peymanêrê K24ê da zanîn ku, ew dayik 26 salî ye û zarokê wê jî 11 salî ye û ji penaberên Rojavayê Kurdistanê ne.