NY dê alîkariyan derbasî Medaya bike

Ev 6 meh in ku Medaya di bin dorpêçê de ye.

K24- Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, rejîma Sûriyê razî bûye ku alîkariyên mirovî debasî bajarokê Medaya bibin.

Ev bû 6 meh ku hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya çekdarên Hizbullah a Libnanê, nêzîk 40 hezar kes li bajarokê Medaya dorpêç kirine, xelk jî ki wir ji biçîna dimrin.

NY di daxuyaniyekê de îro diyar kir ku, piştî razîbûne rejîma Sûriyê, niha alîkariyên mirovî ji niştecêyên Medaya re tên amade kirin.

Bajarokê Medaya ser bi Şamê ve û li ser sînorê Libnanê dikeve, ji sala borî ve di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ye.

Di van çend rojên borî de, çalakvanan wêneyên dilhejên yên welatiyên Medaya li ser torên civakî belav kirin, ew wêne jî bûn rojeva medyaya herêmî û navdewletî.

Wênyên ku hatine belav kirin, qasê karesat û serpêhatiya jin, zarok û mêrên wê navçeyê diyar dikin.

Çalakvanan diyar kirine jî ku, derûdora Medayayê ji aliyê hêzên rejîmê ve bi mayînan hatiye dorpêçkirin, kesê ku hewla revê ji wê navçeyê bide, yan dê bibe qurbanê mayînan yan jî dê were gulebarankirin.

Welatiyan jî, bi goştê Pisîkan û pelên daran jiyana xwe debar dikirin.