Tirkiye..Bandora siyasî ya çûna penaberan bo Ewropayê

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê li parlamentoyê civînek saz kir û bi sernavê bandora siyasî a çûna penaberan bo Ewropayê” raporek eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Ewropa naxwaze wan penaberan qebûl bike.

K24 - Enqere

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê li parlamentoyê  civînek saz kir  û bi sernavê bandora siyasî a çûna penaberan bo Ewropayê” raporek eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Ewropa naxwaze wan penaberan werbigre.” 

Welatiyên dewletên Rojhilata Navîn ji ber şer û pevçûnan an ji ber rewşa dijwar ji welatên xwe direvin û li welatên biyanî dibin penaber. Penaberên ku li Tirkiyê dijîn, dixwazin ji bo jiyanek baş biçin Ewropayê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê, wan li welatên xwe naxwazin. 

Ji aliyekî ji ber vê kêşeyê rewşa pêşeroja Yekîtiya Ewropayê dikeve metirsiyê û ji aliyên din ve jî dibe sedem ku nijadperestî zêde bibe.

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Metin Kûlûnk di raporê de got ku mixabin Ewropa hêvî dike Tirkiye bikaribe çûna penaberan a bo Ewropayê rawestîne: “Welatên Yekitiya Ewropayê kêşeya penaberan diavêjin ser hev du û tu dewlet naxwaze çareser bike. Lê dibe ku ev pirsgirêk di sala 2016an de bibe sedema parçebûna Yekîtiya Ewropayê.”

Li gorî raporê, di sala 2015an de yek milyon penaber serlênada Yekîtiya Ewropayê kirine û sê hezar penaber jî di Deryaya Spî de canê xwe ji dest dane. Ew ên ku derbasî Ewropayê jî dibin rewşa wan ne baş e.

Nûnerê Navenda Koçberî û Penaberiyê Metîn Çorabatir jî balkişand ser rewşa penaberan: “Divê Yekîtiya Ewropayê wan penaberan qabûl bike û statuya penaberan bide wan û di serî de jî divê ji wan penaberan destpê bikin ku derbasî  Ewropayê bûne.” 

Yekîtiya Ewropayê xwe ji bo  kêşeya penaberan amede nekiribû û hê jî ji bo serlêdanan li rêyên demkî digere ne li rêyên çareseriyeke giştî. Dixwazin penaber li Tirkiyê bisekinin, lê penaber naxwazin li Tirkiyê bimînin û bi her awahî serî li rêyên cûrbicûr didin ku derbasî wan welatan bibin.