Tirkiye din bin gefa Şewba Berazan de ye

Li Tirkiyê disa nexweşiya Şewba Berazan derket holê û di 5 rojên dawî de 4 mirov mirin. Ji aliye din ve hat îdia kirin ku ev nexweşî bi rêya penaberên Sûriyê hatiye Tirkiyê.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê disa nexweşiya Şewba Berazan derket holê û di 5 rojên dawî de 4 mirov mirin. Ji aliye din ve hat îdia kirin ku ev nexweşî bi rêya penaberên Sûriyê hatiye Tirkiyê.

Nexweşiya Şewba Berazan ango vîrûsa H1N1 destpêkê di sala 2019an de li Tirkiyê derketibû holê. Lê belê ev 5 rojên dawî ne ku dîsa li ser çend nexweşan hat tespît kirin û ji ber vê nexweşiyê 8 kesan canê xwe ji dest dan. Herî dawî jî li Antalya, Riha û Stenbolê bi giştî 5 kes bo nexweşxanayan hatin rakirin. Wiha xuya dike ku ev hejmar dê zêde bibe.

Endama Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê Doç. Dr. Deniz Erdogdu bal kişande ser girîngiya nexweşiyê: "Ev nexweşî pêşî weke pişkivîn û herîkina poz xwe bi laş ve vedigire û rojbiroj nexweşî xwe zêde dike. Kesên ku laşê wan lawaz û şikestiye, eger xwe baş neparêzin, dibe ku canê xwe ji dest bidin û herwiha di vê nexweşiyê de zêdetir zarok û kesên temen dirêj dimirin."

Di hefteya borî de yekemîn kesê ku canê xwe ji dest da penaberekî Sûriyeyî bû. Hate îdia kirin ku ev nexweşî bi rêya vî penaberê Sûriyeyî hatiye Tirkiyê loma jî ew penaber tê sûcdar kirin. Lê li gorî agahiyên din ên pisporan ev nexweşî ji ber şertên nebaş, rewşa jiyanê û hewaya nebaş derketiye holê.

Endama Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê Dr. Hande Arpat jî rewşa penaberan wiha anî ziman: "Di nava penabaran de ev nexweşî pirtir tê dîtin. Ji ber ku ew xizmeta tenduristiyê, xwarinê baş wernagirin û ava ku vedixwin nepaqij e. Li kampan jî di rewşeke gelek xirab de dijîn. Ji ber vê yekê laşê wan lawaz dibe û zûtir nexweş dikevin. Naxwe sedema vê şewbê ne penaber in."

Ji bo nexweşiyê derzî û derman heye. Wezareta Tendirûstiyê jî bo tedawiya kesên nexweşiya wan girane, alîkariya aborî dike. Li gor îstatiskên Rexistina Tendirustiya Cihanê îsal hejmara kesên ku ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane, ne zêde ye.

Endama Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê Dr. Hande Arpat