Malbata rojnamevan Gulal Leyanî daxwaza berdana wî dike

Rojnamevan Gûlal Leyanî ji bajarokê Girkê Legê ye, karmendê Televizyona Oryent ya opozîsyonê Sûriyê bû, di 29ê Cotmeha borî de ji aliyê Asayîşa bajarokê Rimêlan ve hatibû girtin.

K24 - Girkê Legê

Malbata rojnamevan Gûlal Leyanî ku ji aliyê Asayîşa bajarokê Rimêlan ve hatibû girtin daxwaza berdana wî dikin.

Derbarê mijarê de malbata rojnamevan daxuaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Di demekê ku yasa û peymanên navdewletî tekezê li ser mafên rojnamegeriya azad dikin, rojnamevan tên binçavkirin û ji karê xwe têne dûrxistin. Em kiryarên ku ji aliyê Rêveberiya Xwerser ve li dijî rojnamevanan tên kirin şermezar dikin û daxwaza berdana kurê xwe dikin."

Malbatê da zanîn ku Rêveberiya Xweser berî kurê wan bigire karê wî jî qedexe kiribû, piştî wê jî binçav kirin,  demekê li girtîgeha bajarokê Rimêlan mabû, piştre jî wî dibin navenda perwerdekirina leşkeriya bi zorê.

Rojnamevan Gûlal Leyanî ji bajarokê Girkê Legê ye, karmendê Televizyona Oryent ya opozîsyonê Sûriyê bû, di 29ê Cotmeha borî de ji aliyê Asayîşa bajarokê Rimêlan ve hatibû girtin.