Roja rojnamegerên li Tirkiyê hat şermezarkirin

Li Tirkiyê her sal di 10ê Çile de “Roja Karmendên Rojnameger” dihat pîrozkirin lê îsal ji ber zext çewsandinanên li ser çapemeniyê ev roj wek “Roja Şînê” hat bibîranîn.

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiyê her sal di 10ê Çile de “Roja Karmendên Rojnameger” dihat pîrozkirin lê îsal ji ber zext çewsandinanên li ser çapemeniyê ev roj wek “Roja Şînê” hat bibîranîn.

Rojnamegaran ragihandin ku ji ber nûçeyên çêkirine 31 yek hevalên wan hatine girtin û herwiha 7 hezar rojnameger jî, bê kar mane loma vê roja xwe pîroz nakin û van rûdanan şermezar bikin. Di çalakiya rojnamegaran de hat gotin ku desthilatdarî, bi awayekî bê hempa rojnamegeran diçewsîne, loma ew vê rojê wek roja rojnamegerên ku naxebitin bi nav dikin.

Di vê derbarê de Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Ahmet Abakay got: “Roja ku rojnameger pîroz bikin nîne. Ji ber ku derheqê rojnamegaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di girtîgehan de ne. Herwiha derbarê wan de doz têne vekirin û bere çekan didine ser eniya wan. Bi gefan ji ser karên xwe têne avêtin. 10ê Berfanbarê êdî ne roja rojnameran e. Ev roj roja şînê ye.”

Li gor welatiyan jî desthilatdarî zor û zexteke zêde dixe ser çapemenî û rojnamegaran. Lewre tu caran rewşa rojnamegaran wek van demen dawî kambax nebû ye. Mamosteyê Xanenişîn Orhan Soyner jî wiha dibêje: "Ez ketime 72 saliya xwe. Heta niha ez rastî çewsandineke wiha sosret û karesat ku di van 5 salên dawî de tê kirin nehatim. Rojnamegerên bi şeref û xîret dikevin girtîgehan. Mirovên ku diaxivin jî di nava tirseke bêzarker de ne."

Di navbera salên 1990 û 2000an de li Tirkiyê zêdeyî 70ê rojnameger hatin kuştin. Bi giranî ew rojnamegerên ku hatine kuştin jî Kurd bûn. Lewra di vê roja rojnamegeran de ew rojnamegerên ku hatibûn kuştîn jî hatin bibîranîn. Tirs û xofa ku xwe daye ser hem çapemenî û civakê ew e ku Tirkiye careke din vegere wan salan. Loma 10ê Çile ji aliyê rojnamegeran ve dê wekî roja têkoşîne bê pîrozkirin.