Peyamnêrê K24ê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir

Sûka Qeyseriya Hewlêrê / Wêne: Îslam Hîro - K24
Sûka Qeyseriya Hewlêrê / Wêne: Îslam Hîro - K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê radigehîne, “Îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û ji nêz ve lidûçûn ji bo rûdana şewatê ya şevêdî kir û çend ferman jî ji bo aliyên peywendîdar derxistin”.

Peyamnêrê K24ê ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Duşem, 06.05.2024) serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û ji nêz ve bi kedkarên wê sûkê û Tîmên Bergiriya Şaristanî re axivî û hevxemiya xwe ji bo zirardîtiyên rûdana şewatê ya şevêdî diyar kir”.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da ku Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jê re ragehandiye, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem vekolaneka hûr ji bo zanîna sedema wê rûdanê bê kirin. Herwesa ferman kiriye ku dest bi pakijkirin û nûjenkirina wê para Sûka Qeyseriya Hewlêrê bê kirin a ku şewitiye”.

Parêzgerê Hewlêrê herwesa amaje daye, “Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lijneyek xeminandinê ji bo zirarên şewata şevêdî ya Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike û her tiştekê di şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be ji bo alîkarîkirina kedkarên zirardîtî dê bike”.

Her li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman li aliyên peywendîdar kiriye ku li tevaya cihên giştî yekîneyên agirvemirandinê dabimezîrin û lidûçûnê ji bo bicihanîna rêkar û rênimayan bikin, pêxemetî rêgirtina li dubarebûna rûdanên nexwastî yên wesa.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya ji bo Sûka Qeyseriya Hewlêrê de daxwaz ji kedkar û welatiyan jî kir ku di parastina cih û ser û malên xwe de alîkar bin û xemsariyê di bicihanîna rêkarên pêdivî de ji bo rêgirtina li çêbûna rûdanên wesa li paşerojê nekin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve spasiya karmendên Tîmên Bergiriya Şaristanî û Tîmên Tendisrustiyê kir ji ber rolê wan di zû kontirolkirina agirî de û parastina ser û malên kedkaran. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji karmendên Bergiriya Şaristanî re got, “Ez spasiya we dikim ku we jiyana xwe xist metirsiyê ji bo parastina can û malên welatiyan û ez şanaziyê bi we dikim”.

Kedkarên Sûka Qeyseriya Hewlêrê jî zêdebarî bixêrhatineke gerim li Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiya wî kir ku di hawara wan hat û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir û ji nêz ve li wan pirsî û ferman kir ku vekolan ji bo wê rûdanê bê kirin û sûka wan bê nûjenkirin.

Pêştir Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di derheqa şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê de eşkere kiribû, “Li dû dawî amar, ji zêdetirî çar hezar dikanan, 277 dikan û heft embarên biçûk ên sûka Qeyseriya Hewlêrê ji ber şewatê sotine û zirar gehiştiye wan”.

Umêd Xoşnaw amaje jî dabû, “Ji bilî zirarên madî, çi zirarên canî ji wê karesatê çê nebûne. Lê mixabin ji ber qerebalixa welatiyan li cihê wê rûdanê, 132 kes ji efser û karmendên Bergiriya Şaristanî, Asayîş, Polîs, kedkar û welatiyan birîndar bûn û saxlemiya hejmareke wan jî ji ber dûkela agirî têk çûbû lê her zû ji aliyê tîmên saxlemiyê ve li cihê wê rûdanê 117 kes hatin çarekirin û 15 kesên din jî ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê hatin veguhastin û çareseriya pêdivî jê re hat kirin”.