“Berpirsekî mezin ê DAIŞ li Hewîcayê hat kuştin”

Terorîst Hesen Ehmed berpirsê perwedekirina çekdarên DAIŞê bû.

K24- Hewlêr

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku “terorîstekî mezin ê DAIŞê” li Hewîcayê hat kuştin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ku kopiyek jê bo K24 hatiye şandin, diyar kir ku, ji encama operasoneke esmanî, li navçeyeke bakurê Hewîcayê terorîstên mezin ê bi navê Ehmed Ebdulla Hesen hat kuştin.

Li gor daxuyaniyê, Ehmed Hesen bi nasnavên “Ebû Yûsif, Ebû Huzeyfe û Leyîs” dihat naskirin û destpêkê berpirsê perwerdekirina çekdarên DAIŞê li binkeya Ebû Omer Bexdadî ya li Hewîcayê bû.

Pişitr e jî, Ehmed Hesen bibû serpereştyarê kirdarên terorîstî li gundên bakurê-rojavayê Kerkûkê, çendîn car jî xwekuj şandibibûn bo nav Kerkûkê.