Heftiya bê Serokê Herêma Kurdistanê dê ligel aliyên siyasî bicive

Heman çavkaniyê amaje bi wê yek jî kir ku, Tevgera Goran jî bo civînê were vexwendin bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de.

K24-Hewlêr

Biryar e hefteya bê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel hemû aliyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê re bicive.

Derbarê mijarê de berpirsekê ji Serokatiya Herêmê ji K24ê re wiha got: “Heftiya bê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel aliyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive.”

Wî berpirsî da zanîn ku civîn di çarçoveya daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ku li serê sala nû ragehandibû, herwiha civîn dê derbarê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê de be û jiyan û xizmetguzariya welatiyan jî dê yek ji mijarên civînê bin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yek jî kir ku, Tevgera Goran jî bo civînê were vexwendin bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de.