Opozîsyon dixwaze hikûmeta Tirk dest ji kar bikşîne

Bûyera Sultanahmetê li parlamentoyê bû sedema nîqaşên dijwar, Partiyên siyasî hev du tawanbar kirin, partiyên opozîsyon jî amaje bi wê yekê kirin ku hikûmet nikare Tirkiyê birêve bibe û herwiha hikûmet dest ji kar bikşîne.

K24 – Enqere

Bûyera Sultanahmetê li parlamentoyê bû sedema nîqaşên dijwar, Partiyên siyasî hev du tawanbar kirin, partiyên opozîsyon jî amaje bi wê yekê kirin ku hikûmet nikare Tirkiyê birêve bibe û herwiha hikûmet dest ji kar bikşîne.

Bûyera ku li Stenbolê pêk hat û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî brîndar bûn, bû rojeva partiyên siyasî. Partiyên opozîsyonê diyar kirin ku hikûmet êdî nikare Tirkiyê birêve bibe û herwiha gotin ku êdî divê hikûmet were hilweşandin. Partiyên opozîsyonê amaje bi wê yekê kirin ku Tirkiye ketiye nav heriya Rojhilata Navîn û ji ber ku hikûmetê nekarî pêşiya van êrîşan bigire, daxwaz kirin ku hikûmet dest ji kar bikşîne. 

Di vê derbarê de Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kılıçdaroğlu got: “Bawer bikin dilê min disoje, heyf û mixabin e ji vê dewletê re. Di navenda turîzmê, li Sultanahmetê wê bombe biteqe û hûnê tedbîrekê wernegirin. Kanî istîxbarata we? Rêvebirinek wiha dibe?.”

Partiyên opozîsyonê êrîşa li Sultanahmetê wek komkujî bi nav kirin, û daxwaz kirin ku êrîş di zûtîrîn dem de zelal bibe. Herwiha destnîşan kirin ku li Tirkiyê zilm, mirin û binpêkirina mafên mirovan êdî wek asayî tên dîtin û parlamento jî çavên xwe digire.

Li ser heman mijarê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî wiha axifî: “Di van rojan de divê parlamento runê, nîqaşan bike, çareseriyekê bibine û eger çareserî tune be jî divê nîşan bide ku hesas e, lê mixabin rojeva parlamentoya me bi fermanên ji qesrê tê birêve birin, rojeva parlamentoyê tiştek din e, wiha dizane ku parlamentoya Swêdê ye, parlamentoya Norwêçê ye.”

Partiyên opozîsyon ji bilî vê yekê qedexeya weşanê ya li ser bûyerê hat dayîn jî bi zimanekî tûnd rexne kirin. Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Mehmet Metîner jî balkişand ser hebûna hêzeke terorê ku li hemberî Tirkiyê tê bikaranîn.