Di êrîşa Çinarê de 6 kes hatin kuştin

kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Li Çinar a Navçeya Diyarbekirê, di êrişeke ku şeva borî saet 11:30ê şevê pêkhat de, 2 ji wan polîs 6 kesan canê xwe ji dest dan, 39 kes jî birîndar bûn. Ha ragihandin ku êriş bi otomobîleke bombebarkirî bûye û hevdem bi çekan jî êriş hatiye kirin.

Parêzgariya Diyarbekirê li ser buyerê ragihand ku di encama buyerê de 2 polîs hatine kuştin û 6 polîs û 8 xizmên polîsan jî birîndar bûne. Li gor agahiyên ku parêzgariyê belav kirine, di şûn û avahiyên derdor de jî herifandinên mezin çêbûne û yek ji wan avahiya ku nêzîkî buyerê bûye jî ruxiya ye. Di wê binayê de jî 4 welatiyan canê xwe ji dest dane, 5 ji wan jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên ku Kurdistan24 bi dest xistine, zêdeyî 40 kes birîndarên sivîl hene. Kesên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Serdozgeriya Komarê jî li cihê buyerê dest bi lêkolîn û lêpirsînan kir.