“Dema azadkirina Hewîceyê hatiye”
K24- Kerkûk
Fermandeyekî Pêşmerge got ku, di rojên pêş de ewê mizgîniyeke xweş derbarê Hewîceyê de ragihînin.
Berpirsê eniya 4 ya Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê, Westa Resûl taybet ji K24 re diyar kir ku, di demek nêzîk de wê operasyona azadkirina tevaya navçeya Hewîceyê ji dest DAIŞê, dest pê bike.
Westa Resûl tekez kir jî ku, dema wê yekê hatiye ku, ji bo azadkirina Hewîceyê, hevahengî ligel civaka navdewletî bê kirin.
Wî fermandeyê Pêşmerge balkişande ser wê yekê ku, hebûna DAIŞê li Hewîceyê metirsiyek mezin dixe ser başûrê Kerkûkê û Hemrîn û Selahedînê.