Nêçîrvan Barzanî: Rizgarkirina Mûsilê asan nabe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşbînî dike ku ji ber çend sideman rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê dê ne karekî asan be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşbînî dike ku ji ber çend sideman rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê dê ne karekî asan be.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala CNN a Amerîkî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: "Bawer nakim şerê rizgarkirina Mûsilê karekî asan be. Tişta li Rûmadî çêbû serkeftineke mezin bû bo artêşa Iraqê, lê rewşa Mûsilê gelekî aloz û zehmet e."

Barzanî da zanîn ku xilafeta DAIŞê li Mûsilê hatiye ragihandin, loma ew bajar bo DAIŞê gelekî girîng e û herwiha bo wan bi xwe jî. Derbarê amadekariyên artêşa Iraqê bo şerê Mûsilê jî, Barzanî wiha axifî: "Ne piştrast im ji wêya ku heta şeş mehên din artêşa Iraqê ji wî şerî re amade bibe."

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bibîr xist ku bi hevkariya hêzên hevpeyman bi taybetî Amerîkayê karîne bihêlin ku DAIŞ paşde bireve û hemû navçeyên Kurdistanî rizgar bikin.

Barzanî axaftina xwe wiha qedand: "Me hinek cih kontrol kirine, jib o me ne hewqasî girîng in, wek bendava Mûsilê, lê ji dêlva artêşa Iraqê me ew kar kiriye."