Karîkatorê Alanê Kurdî bû cihê nerazîbûnê

Heftenameya Fransî Charlie Hebdo karîkatorekî Alanê Kurdî belav kir, ev yek jî bû cihê nerazîbûna gelek kesan li ser torên civakî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heftenameya Fransî Charlie Hebdo karîkatorekî Alanê Kurdî belav kir, ev yek jî bû cihê nerazîbûna gelek kesan li ser torên civakî.

Heftenameya Fransî “Charlie Hebdo” piştî hefteyekê ji salvegera êrîşa ku li ser wê heftenameyê hatiye kirin, karîkatorekî Alanê Kurdî bi tinazî belav kir. Di karîkator de Alan mezin bûye û destdirêjiya jinên Ewropayê dike.

Alanê Kurdî ew zarokê 3 salî ku 2ê Îlona 2015an termê wî li peravên deryayên Tirkiyê hatibû dîtin, wêneya wî jî yê li ser qûma deryaya Egeyê dirêjkirî, dilsoziyeke mezin ji rewşa penaberên Sûriyê re anî.

Hat ragihandin, ku heftenameya Charlie Hebdo bi tinazî wêneyê Alanê Kurdî bikar aniye, mebest jê jî ew e, ku krîza penaberên li Ewopayê derdixe holê.

Di sersala 2016an de zêdeyî 600 giliyên destdirêjiya ser jinan li Almanyayê ji aliyê penaberan ve hatibû tomarkirin, ev yek jî bû sedem ku gelek rexne li siyaseta Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bên girtin.

Di 7ê Çileya 2015an de êrîşeke terorî li Parîsê bo ser heftenameya Charlie Hebdo hat kirin, di encam de 12 kesan canê xwe ji dest dan.