Merkel û Davutoglu dê bicivin
K24- Navenda Nûçeyan
Birayre roja Îna bê, Şêwirmenda Almanya pêşwazî li Serokwezîrê Tirkiyê bike.
Li gor ku Berdevkê Şêwirmenda Almanyeyê, Steven Schubert ragihandiye, dê pirsa teqîna Stenbolê, şerê li dijî terorê û rewşa penaberan girîngtirîn xalên hevdîtina Angela Merkel û Ahmet Davutoglu be.
Ev civîna Merkel û Davutoglu, di çarçoveya hevdîtinên berdewam di navbera Almanya û Tirkiye de tê.
Herwiha dê wezîrên navxwe û derve yên her du welatên navborî jî di civînê de beşdar bin.
Ji bilî têkiliyên dîplomasî, têkiliyên bazirganî yên xurt di navbera Tirkiye û Almaneyê de hene.