Bexda hewl dide rojane 4.5 milyon bermîl petrol hinarde bike

Wezareta Petrolê ya Iraqê radighîne ku “ji ber daketina buhayê petrolê, dahta Iraqê bi rêjeya ji sedî 70 kêm bûye, ji ber wê yekê jî budceya giştî ya Iraqê têk çûye.”

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezareta Petrolê ya Iraqê radighîne ku “ji ber daketina buhayê petrolê, dahta Iraqê bi rêjeya ji sedî 70 kêm bûye, ji ber wê yekê jî budceya giştî ya Iraqê têk çûye.”

Berdevkê  Wezareta Petrolê ya Iraqê, Îsam Cîhad ragihand ku, hewleke derveyî bo daxistina buhayê petrolê heye, da ku ziyanên aborî bigehe welatan, ji nav wan jî Iraq. 

Cîhad eşkere kir ku, ti pirsgirêk nîne bo zêdekirina berhemdana rojane ya petrola Iraqê. 

Herwiha got jî: “Di meha Mijdarê de hinardeya rojane ya petrolê gihêşte zêdetirî 3 milyon bermîl, lê buhayê wê ji 3 milyar dolar derbas nekiriye.”

Cîhad amaje bi wê yekê kir ku, di plana Wezareta Petrolê de ye ku îsal hinartina petrolê bigehîne 4.5 milyon bermîl di rojekê de.