HDP piştî gotûbêjên navxweyî diçe kongreyê

Bi konferansên bi navê “Ji doh heta îro” HDP diçe kongreya duyemîn a asayî. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di konferansê de behsa pêşeroja HDPê kir û bersiv da rexneyên derbarê xweseriyê de.

K24 - Enqere

HDP di çarîoveya amadekariyên kongreyê de di nav gotûbêjên navxweyî de ye. Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş pirsî ka gelo dema Tirk pêşniyar dikin çima nabin cudaxwaz, lê ku Kurd dixwazin dibin cudaxwaz?

Bi konferansên bi navê “Ji doh heta îro” HDP diçe kongreya duyemîn a asayî. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di konferansê de behsa pêşeroja HDPê kir û bersiv da rexneyên derbarê xweseriyê û mînaka BAROyê de.

Demirtaş got: “Digel ragihandina xweseriyê BARO jî di nav de gelek kesan rexne li me girtin, lê belê em dinêrin ku di sala 2003an de BAROyê di warê xweseriyê de gavek ji ya me jî pêşdetir avêtiye û Tirkiye kiriye 26 parçe.”

HDP berî Kongreyê, 4 konferansan dê pêk bîne, gelo mebesta wan konferansan çî ye?, di konferansan de wê çi bê axaftin? Parlamenterê HDPê Osman Baydemir mijarê wiha dinirxîne: “Armanca konferansê ew e ku em ê çawa bikaribin vî şerê qirêj vala derbixin, em ê çawa bikaribin bingeha tifaqê di nava Tirkiyê de, û çawa bikaribin bingeha tifaqê di nava Kurd û Kurdistanê de avabikin li ser wan mijaran wê nîqaş bên kirin ez bîr û bawer im.”

Ji 7ê Hezîranê heta 1ê Mijdarê dengên HDP ji sedî 3 daketin, HDPê piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê dabû zanîn ku ew dê bikevin nav xebatên peydakirina kêmasiyên xwe, herwiha piştî lêkolînên herêmî HDP gotûbêjan dike, gelo kêmasiyên hatin destnîşan kirin çi ne?

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş wiha dibêje: “Rêxistinên me ne xûrt bûn ji ber ku em partiyeke nû ne, temenê me ne zêde ye. Dewlet jixwe bi hemû hêza xwe hate ser xebat û ser rêvebirên me, lê belê li hemberî wê jî divê parastina me xurttir bûba.”

HDP, piştî nirxandinên navxweyî di dawiya hefteyê de wê kongreya xwe saz bike, di nav kûlîsên HDPê de guhertinên mezin tên axaftin. Tê îdiakirin ku HDP vê carê wê rêyek din biceribîne. Nîqaşa herî mezin li ser baskên di nava HDPê de ye, gelo di serdema nû de di nav HDPê de wê gelek zêde Kurd derkevin pêş yan çepgirên Tirk?

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş