Kurdistan daxwaza mesrefa şer ji Amerîkayê dike

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên, da zanîn ku ravekirina rewşê bo berpirsên Amerîkayê erênî û bi bandor bû û got: "Em bawer in piştî nirxandina rewşê bersiveke erênî didin."
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên, da zanîn ku ravekirina rewşê bo berpirsên Amerîkayê erênî û bi bandor bû û got: "Em bawer in piştî nirxandina rewşê bersiveke erênî didin."

Derbarê encama serdana wan a Amerîkayê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên ji Kurdistan24ê re axîfî û got: "Li Kongresê me gelek kes dîtin, me hemû alî dîtin û hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin. Ew siyaseta ku li Herêma Kurdistanê heye, li gor wan siyaseteke baş û vekirî ye ku penaberên Iraq û derdorê li Kurdistanê vehewiyane."

Husên da zanîn ku Hêzên Pêşmerge li ba wan hêzeke girîng e û wiha axifî: "Me ji rayedarên Amerîkî re rewşa aborî rave kir ku sedema wê krîzê çiye, çawa û kendî dikarin tiştekî ji me re bikin? Piştî vê ravekirinê ez bawer im bandoreke erênî li wan kir, bi awayekî cidî werdigirin û em dê di têkiliyê de bin, em hêvîdar in di zûtirîn dem de bikaribin alîkariya Pêşmergeyan bikin."

Li ser pirsa gelo Amerîkiyan tu sozek daye ku alîkariya Pêşmergeyan bikin? Hûsên wiha bersiv da: "Haya wan ji rewşê heye bi taybetî tişta ku peywendî bi wan ve heye, bi baweriya min ew jî lêkolînên xwe dikin û piştre bersiveke erênî didin me."

Her derbarê heman serdanê de Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ku ew jî di nav şanda Herêma Kurdistanê de bû, got: "Me daxwaza piştgiriya leşkerî, aborî û însanî ji Amerîkayê kir, Amerîka ku serokatiya welatên hevpeyman dike haya wê ji rewşê heye. Ew pesnê Hêzên Pêşmerge didin, herwiha pesnê helwêsta xelkê Kurdistanê jî didin ku deriyên xwe ji penaberan re vekirine. Wate haya Amerîkayê ji rewşa Kurdistanê heye."

Felah Mistefa axaftina xwe wiha qedand: "Me bi awayekî cidî daxwaz kirk u pêdiviya Herêma Kurdistanê bi piştgiriya wan heye ne ku tenê di ware şandina çek û teqemeniyan de, lê di ware mesrefa şer de jî ku barekî giran xistiye ser Herêma Kurdistanê."