Zarokeke Kurd di goleke petrolê de xeniqî

Diyardeya belavbûna golên peltrolê li derdora bajarokê Rimêlan û devera koçeran ên Rojavayê Kurdistanê ji ber cudabûna petrola xav zêde bûye, ev jî bûyê cihê metirsiya welatiyên wê deverê.

K24 - Dêrik

Zarokeke Kurd bi navê Vîndar Riyad Hesen Hemo, ji gundê Hemze Begê Şikakî ser bi bajarokê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di goleke petrolê de xeniqî.

Welatiyên gundê Hemze Begê Şikakî ragehandin ku doh êvarî zarokek bi navê Vîndar Riyad Hesen Hemo yê temen 7 salî dema ku dileyist di goleke petrolê ya nêzîkê mala xwe de xeniqiye.

Welatiyên gund da zanîn ku ew gol, roj bi roj ji ber herikîna petrolê ji kêlgeha Til Edes mezin dibe,  ev yeke jî metisî ye bo ser jiyana welatiyên deverê û daxwaz ji berpirsên kompanyaya bajarokê Rimêlan ya petrolê kirin ku jiyana wan were parastin.

Diyardeya belavbûna golên peltrolê li derdora bajarokê Rimêlan û devera koçeran ên Rojavayê Kurdistanê ji ber cudabûna petrola xav zêde bûye, ev jî bûyê cihê metirsiya welatiyên wê deverê.