DISIADê parlamenterên HDP û AKPê anîn ba hev

Komeleya Karsaz û Pişesazî ya Diyarbekirê di civînekê de parlamenterên AKPê Galîp Ensarîoglu û yê HDPê Altan Tan anîn ba hev.

K24 – Diyarbekir

Komeleya Karsaz û Pişesazî ya Diyarbekirê di civînekê de parlamenterên AKPê Galîp Ensarîoglu û yê HDPê Altan Tan anîn ba hev.

Komeleya Karsaz û Pişesazî ya Diyarbekirê (DISIAD) di civînekê de parlamenterên AKPê Galîp Ensarîoglu û yê HDPê Altan Tan anîn ba hev. Karsazan ji parlamenteran daxwaz kir ku ji bo herêm ji vê gengeşiyê derkeve zêdetir hewldanên xwe bidin.

DISIAD, bi mijara rawestandina pêvajoya çareseriyê, xendek, berbest, operasyon û qedexeyên derketina kolanan civiya û herdu parlamenter Tan û Ensarîoglu anîn ba hev û li ser pirsgirêk û çareseriyan axifîn. Serokê DISIADê Burç Baysal ji parlamenteran xwest ku ji bo herêm ji vê gengeşiyê derkeve zêdetir hewldanên xwe bikin.

Serokê DISIADê Burç Baysal ji herdu parlamenteran xwest ji bo dawî anîna van aloziyan zêdetir hewl bidin û got: “Hem ji partiya desthilat û hem jî ji HDPê ji bo çareriya pirsgirêkan me daxwazên xwe pêşkêş kirin. Em wekî saziyeke sivîl berê jî ji bo çareseriya pirsgirêkan me hinek peywendî kiribûn. Lê digel hemû xebatên me jî mixabin em ji vê pozisyona xwe ya niha derneketin.”