Asayîşa Efrînê du endamên PDK-Sê girtin

Duh êvarî kampanya komkirina yek milyon îmze ji aliyê ENKSê ve, bi dawî bû, biryar e di van du rojên bê de, hemû derencamên wê kampanyayê ligel nameyekê bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon bên şandin.

K24 - Efrîn

Asayîşa bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya kampanya komkirina yek milyon îmzeyan de ji aliyê ENKSê ve bo piştgiriya pirsa Kurd, her yek ji Hisên Elî ji gundê Hesen û Nezîr Bagîr ji gundê Qeda yên ser bi Nehya Raco girtin.

Derbarê girtina wan her du welatiyan de yek ji serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) bi navê Ebdulrehman Apo ji Kurdistan 24ê re girtina Hisên Elî û Nezîr Bagîr piştrast kir û got: "Ji destpêka kampanya komkirina imzeyan Asayîşên Rojava li hemû deverên Kurdî astangan derdixin û endamên komîteyan ên bi kampanyayê radibin binçav dikin."

Ebdulrehman Apo da zanîn ku berî niha jî asayîşa bajarê Efrînê endamê xwecihiya Cebil-Lîwan girtibû û piştî şeş mehan di zindanê ew berdan.